Nivîskar û Perwerdenas Fayek Seîd, hewildanên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ku ji perwerdeya Tirkiyeyê sûd bigre rexne kir û eşkere kir ku sîstema perwerdeya Tirkiyeyê li ser bingehê nijadperestiyê ye. Herwiha hewldana hikûmetê weke mijarekî siyasî bi nav kir.

Li Herêma Kurdistanê ji derveyî Zanîngeha Işik a Tirkî, 11 dibistanên din ên Tirkî hene. Roja 18’ê Cotmehê li Hewlêr di dema vekirina dibistana Weqfa Maruf a Tirkî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berdevkê Hikumetê Sefîn Dizeyî amadebûn. Nêçîrvan Barzanî axivîbû û dabû diyarkirin ku ew dixwazin di sîstema perwerdeya Herêma Kurdistanê guhertinan çêbikin û ji ezmûnên perwerdeya Tirkiyeyê sûd bigirin. Nivîskar û Perwerdenas Fayek Seîd li ser vê mijarê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Nivîskar û Perwerdenas Fayek Seîd diyar kir ku sîstema perwerdeya Tirkiyeyê li ser hîmê nîjadperestiyê ye û got; “Ev hewildan ne tiştekî raste, ji ber ku sîstema perwerdeya Tirkiyeyê sîstemekî aloze û xwe dispêre sîstema welatên ji derve. Weke mînak, sîstema perwerdeya Elmanya û Îskandinavya bandorekî zêde li ser sîstema perwerda Tirkiyeyê heye. Herwiha sîstemekî li ser bingehê cudakarî û nijadperestî hatiye avakirin.”

Fayeq Seîd asta perwerdeya Herêma Kurdistanê rexne kir û wiha pêde çû; “Ev asta perwerda heyî girêdayî hikûmet û aliyên siyasî ye. Li hemû welatan sîstema perwerdeyê siyasetê diafirîne. Bi awayê ku bixwazin. Bi xwe pirtûkên xwe amade dikin û xelkê pê perwerde dikin. Lê, di sîstema perwerda Herêma Kurdistanê de ev yek nehatiye kirin. Pirtûk û zanista nû bi dest nakevin.”

Perwerdenas û nivîskar Fayeq Seîd di dawiya axaftina xwe de got: “Ji aliyê yasayî ve Nêçîrvan Barzanî berpirsê danîna sîstema siyasî, îdarî û perwerdeyî ya Herêma Kurdistanê ye. Biryara sûdwergirtin ji sîstema perwerda Tirkî jî girêdayî mijarên siyasî ye. Pêwîste di cihê vê axaftinê de, hewlwesta xwe eşkere bikiriya ku siberojê dixwaze li Kurdistanê nifşekî çawa perwerde bike.”