MÊRSÎN – Endamên Hewldana 78’an diyar kirin ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza civakê hemû ye û gotin: “Em bibin dengê vî dengî.”  Endamên Hewldana 78’an ku di dema darbeya 12’ê Îlona 1980’yan de li Zindana Amedê bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin, bêdengiya hikûmetê ya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdê rexne kirin.  Endamê Hewldana 78’an Îbrahîm Bîlen, destnîşan kir ku girtî li dijî zext û zoriyên li girtîgehan bedena xwe dane ber birçîbûnê û ev ji çanda berxwedanê tê. Bîlen, anî ziman ku 10 salan di Girtîgeha Amedê de maye û gelek caran ketiye greva birçîbûnê. Bîlen, bilêv kir ku di serdema 80’yî de ji ber civak bertek nîşanî darbeyê dida rasterast xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derketiye. Bîlen, got daxwaza çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven daxwazeke mafdar e.  JI BO HER KESΠ Bîlen, anî ziman ku daxwaza wan ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û got: “Divê civak xwedî lê derkeve. Divê civak bibe dengê vî dengî. Divê mirovên ji bo vê daxwazê ketine grevê nemirin.”  Bîlen, destnîşan kir ku anî ziman ku kesên ketina greva birçîbûnê bibiryar in û wê girtî heta dawiyê li ber xwe bidin. Bilen, got berî cenaze ji girtîgehan derkevin divê pirsgirêk bê helkirin.  ‘ÇI JI DESTÊ ME TÊ DIVÊ EM BIKIN’  Ahmet Şeremet ku 20 salan di girtîgehê de maye û gelek caran ketiye greva birçîbûnê, got: “Di 12’ê Îlonê de pêvajoyeke bibiryar hebû, niha jî heman pêvajo heye. Li hundur çawa ku mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê, divê em ên li derve jî çi ji destê me bê bikin. Divê em li dijî zê zilmê û îktîdara faşîst derkevin. Bedena xwe ji bo demokratîkbûyna Tirkiyeyê dane ber mirinê. Divê em serî li gelek rêyan bidin. Hevalên girtî di asteke krîtîk de ne. Êdî nikarin xweşikî tiştên avî jî vexwin. Divê gel bibe pêşeng.”  Bayram Kizartici jî anî ziman ku daxwaza Leyla Guven daxwaza civakê hemû ye û got. “Divê civak rojek berî rojekê vê bêdengiyê xera bike. Berî kes bimire divê xwedî li daxwaza girtiyan bê derketin. Tecrîdkirina Ocalan derî qanûnê ye.”  Parve bike: