Bangeke din a ji bo tevlîbûna li meşa li Kolnê ji Hewldana Mereşê hat. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê Mereşiyên welatparêz, ji bo parastina jiyanê û azadiyê, em ê 2’ê Adarê li Kolnê bin.”
Hewldana Mereşê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku grevên birçîbûnê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û diyar kir, ne tenê Ocalan her wiha Kurd, Elewî, jin û bindest hemû tecrîdkirî ne. Di daxuyaniyê de hate gotin, komkujiya Mereşê ya ku berî bi salan hate kirin, encama vê zîhniyetê ye ku niha tecrîdê ferz dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, heta ku Ocalan tecrîdkirî be jiyana kesî wê ne ewle be û Heta ku tecrîd bidome, li Mereşê, Pazarcixê, Elbîstanê, Ekînozun, Afşîn, Goksunê wê li qadên me yên jiyanê aramî, aştî, biratî, nan û azadî tinebe. Lewma bi navê Hewldana Mereşê em ê bi hêza xwe hemûyî tevlî çalakiyên ji bo bidawîbûna tecrîdê bibin.
Di daxuyaniyê de bang li Mereşiyan hate kirin ku 2’ê Adarê li Kolnê tevlî meş û mîtîngê bibin û hate gotin, “Divê tecrîd bê rakirin, Leyla Guven û hevalên wê bijîn. Bi navê Mereşiyên welatparêz û demokrat, ji bo parastina jiyanê û azadiyê em ê 2’ê Adarê li Kolnê bin.”