Biryare ku Adil Ebdulmehdî yê ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatî erkdarkirin, di vê hefteyê de beşek ji hikûmeta xwe pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bike, ji bo girtina baweriyê. Dibe ku nekare soza ji bo avakirina hikûmetekî teknokrat pêk bîne. Herwiha beşek ji partiyên siyasî ji bo diyarkirina erkên wezîran bi îsrar in.

Adil Ebdulmehdî yê ku weke serokwerzîr ji bo avakirina hikûmeta Iraqê hatî erkdarkirin, hewldanên wî yên ji bo avakirina hikûmeta nû berdewam dikin. Li gorî medya Iraqê, îhtmal heye ku di nava vê hefteyê de beşek ji kabîneya hikûmetê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bike. Herî dawî jî di 2’ê Mijdarê de kabîneya xwe ya tam pêşkêş bike.

Medyeya Iraqê eşkere kiriye ku wê Adil Ebdulmehdî di nav vê hefteykê de beşek kabîneya xwe ji bo wergirtina baweriye pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bike. Dibe ku pêşbaziya hêz û pêkhateyan a li ser wergirtina erkên wezaretên bilind li pêşiya Adil Ebdulmehdî asteng be ku hemû kabîneya xwe pêşkêş bike.

Tenê du hêzan bixwesteka Adil Ebdulmehdî ji bo pêkanîna hikûmetekî teknokrat kar kirin. Ew ji Koalîsyona Saîrun a Muqteda Sadr serokatiya wê dike û Tevgera Hîkme ya Emar Hekîm e. Van herdu hêzan ji bo avakirina hikûmetê û diyarkirina wezîran îsyatîf radestî Adil Ebdulmehdî kirin.

Parlamenterê Koma Dewleta Qanûn Seîd Metlebî bal kişand li ser zextên hêzên siyasî yên li ser Adil Ebdulmehdî û diyar kir ku ji bo Adil Ebdulmehdî bikare nazmetên xwe yên wezîran diyar bike, tiştek bi navê azadiyê jêre nemaye û got ku ji bo pêkanîna hikûmetê û girtina baweriya parlamentoyê divê komên mezin razî bike û daxwazên wan bi cih bîne.

Îhtimal heye ku Adil Ebdulmehdî di vê hefteyê de wezîrên bilind yekalî neke û vê mijarê ji bo hêzên siyasî yên nêzî xwe bihêle.

Li ser vê mijarê endamê Koalîsyona Binyatnane Emer Faîz eşkere kir ku eger Adil Ebdulmehdî beşek ji kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike, ji bo wergirtina baweriyê û di nav de wezaretên bilind nebe, diyarkirina wan ji bo hêzên siyasî hiştiye.

Emer Faîz da zanîn Adil Ebdulmehdî 5 kursiyên wezîran ji bo hêzên siyasî hiştiye.

Dibe ku di kabîneya Adil Ebdulmehdî de 3 wezaret ji bo Kurdan bin. Yek ji van wezaretekî bilind e û 2 wezaretên din ên xizmetê ne. Wezareta bilind ji bo PDK’ê ye û yên ximzetê jî ji bo YNK’ê ne.

Li gorî agahiyên medya Iraqê, ji bo razîkirina PDK’ê, Adil Ebdulmehdî û hêzên Iraqî qebûlkirine ku Wezareta Darayî bidin PDK’ê. Ji bo vê wezaretê jî ji PDK’ê Huşyar Zêbarî namzete. Di 21’ê Îlona 2016’an de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve Huşyar Zêbarî ji ber gendeliyê ji wezîfeya Wezîrê Darayî hatibû dûrxistin.

Herwiha ji derveyî Huşyar Zêbarî, ji bo wergirtina wezareta PDK bigire, qala navê Fûad Hisên ji tê kirin. Tê gotin ku Mesûd Barzanî dixwaze li şûna wezareta darayî yek ji wezaretên derve yan ji petrolê bigire. Herwiha Fûad Hisên ji bo yek ji van wezaretan bike namzet.

Ji aliyê din ve hîn diyar nîne partiyên din ên Kurd ên ji derveyî PDK û YNK’ê wê beşdarî hikûmetê bibin yan ne. Tenê heta niha Nifşê Nû eşkere kiriye ku wê beşdarî hikûmetê nebe û wê weke mûxalefet bimîne.

J berî çend rojan dihate gotin Wezareta Parastinê ji bo Sunneyan hatiye yekalîkirin, lê li ser wergirtina Wezareta Darayî ji pêşbaziya hêzên Sunne germe.

Îhtimal heye ku di kabîneya nû de 6 wezaretan bidin Şîeyan. 2 jê bilind bin û 4 jî wezretên xizmetê bin.