Heyeta Aştiyê, ji ber ku hêzên PDK’ê nehiştin ku li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyê bide, li pêşiya otela ku lê dimînin dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Heyeta Aştiyê xwest li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê belê hêzên PDK’ê nehişt ku endamên heyetê ji otelê derkeve.

Li ser vê yekê endamên Heyeta Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Endamên heyetê astengiya PDK’ê bi qîrîna dirûşman şermezar dikin.