Heyetek ji HDP’ê hevdîtin bi rayedarên CPT û Konseya Ewropayê re kir û çareseriya pirsgirêka Kurd, tecrîda li Îmraliyê û zextên siyasî nirxand.

Heyeta HDP’ê bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de ya bi Jagland re Alîkarê Koma Yekîtiya Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya HDP’ê Alîkarê Hevserokên Giştî Hişyar Ozsoy, Feleknas Ûca, endama cîgir a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Pero Dundar û Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagiz amade bûn. Di hevdîta bi CPT re Ozsoy û Ûca amade bûn.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HATE NIRXANDIN

Heyeta HDP’ê di hevdîtinê de ya bi rayedarên CPT re diyar kirin, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî bi dawî bibe.

Heyetê ragihand, ew serdanên CPT ên 6-17’ê Gulanê girîng dibînin ku Îmrali jî di nav de li gelek girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê lêkolîn kir û ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê CPT bi israr rewşê bişopîne.

Rayedarên CPT jî diyar kirin ku der barê girtîgehên wan serdana wan kirin rapor tê amadekirin, wê destpêkê pêşkêşî Enqereyê piştre jî radestî rayedarên Konseya Ewropayê bê kirin.

JAGLAND: MESELEYA KURD A HERÎ GIRÎNG E

Mijarên hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Lagland re bi taybetî; çareseriya pirsgirêka Kurd, zextên li HDP’ê, pirsgirêka girtiyên siyasî ku bi deh hezaran siyasetmedar hatine girtin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Eweropayê û nêzîkatiya Enqereyê ya li wan biryaran, her wiha berpirsyariyên Konseya Ewropayê bûn.

Jagland destnîşan kir, çareserkirina pirsgirêka Kurd yek ji meseleyên herî girîng ên Konseya Ewropayê ye û got, wê dema pêş hîn bêhtir vê meseleyê bişopîne.

KOMÎSERA MAFÊN MIROVAN DIÇE TIRKIYEYÊ

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatoviç wê hefteya bê serdana Tirkiyeyê bike.

RAPORTORÊ NÛ YÊ TIRKIYEYÊ

Ji bo Raportoriya Tirkiyeyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Komîserê berê yê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Tomas Hammerberg hate wezîfedarkirin.