Heyeta Swîsreyî ya ji akademîsyen û siyasetmedaran pêk dihat, nûnerên sazî û siyasetmedarên kurd ziyaret kirin. Heyet ji têkoşîna jinan bigire heta pirsgirêka kurd û aboriyê li ser gelek mijaran hevdîtinan pêk anîn. Heyetê aşkere kir ku dê van hevdîtinên xwe bi raya giştî ya Ewropayê re parve bikin.
Komîteya Piştevaniya bi Kurdistan û Sûriyeyê ya li Swîsreyê, piştî xebatan heyetek şand bajarên herêmê. Heyeta ji kesê zane, akademîsyen û siyasetmedaran pêk dihat ewil li Stenbolê dest bi hevdîtinên xwe kirin û pişt re hatin bajarên herêmê. Heyeta ji profesorê sosyalojî û kesê zana nivîskar Uelî Mader, ji avakarê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (VPOD) û Serokê Meclîsa Aştiyê Ruedî Tobler û Parlamenterê Partiya Demokrata Sosyal a Meclîsa Federal û Berpirsê Partiyê yê Têkiliyê Derve Fabian Molina pêk dihat. Heyet ewil li Stenbolê tev li danişîna Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bû û pişt re bi parêzvanê mafê mirovan Şebnem Korur Fincanci, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu re têkildarî çalakiyên Dayikên Şemiyê û binpêkirina mafê mirovan hevdîtin kirin.
Heyet piştî hevdîtinên li Stenbolê berê xwe da Mêrdînê û ewil bi siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk re li ser geşedanên dawî û astengiyên li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd hevdîtin pêk anî. Heyet dû re derbasî Edliyeya Mêrdînê bû û tev li danişîna doza hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî yên girtî tên darizandin bûn.