Hêzê Artêşa Tirk ya dagirker pêr li li Çiyayê Cudî, herêma Hesana û Kêra operasyon dane dest pê kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku pêr, hêzên Artêşa Tirk bi desteka hêzên hewayî, dest bi operasyonê kirine.

Artêşa Tirk ya dagirker, operasyon li Cudî, herêma Hesena û Kêra berfireh kiriye û operasyon hîna dewam dike.

Di vê navbêrê de
Li Colemêrgê operasyona ku artêşa Tirk a dagirker berî demekê dabû destpêkirin, berdewam dike.

Operasyona ku piştî qedexeya derketina derve ya li hin bejahiya navçeyên Colemêrgê berdewam dike.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku operasyon bi taybetî li gundê Şivîşek ê ser bi navendê û Geliyê Kazanê berfireh bûye.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku dengê çekan jî dem bi dem hatiye bîhîstin.

Derbarê operasyonê de çavkaniyên HPGê hîn ti daxûyanî nedane.