Zêrevanên Sînor ên Ûkraynayê ragihand hêza bejahiyê ya Rûs xasma jî di ser Qirimê re ketiye nav sînorên Ûkraynayê. Qirima sala 2014’an tevlî nav Rûsyayê bûbû.
Serkaniyên leşkerî ragihandin hêzên Rûs wesayitên zirxî jî di nav de li bakur ji sînorê Belarûsê Chernîgîvê, li rojhilatêbakur ji sînorê Rûsya Sumyê, li Rojhilat ji sînorê Rûsya Luhansk û Kharkîvê ketiye nav xaka Ûkraynayê.
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn ragihandibû ku operasyona leşkerî birine ser Ûkraynayê. Kîev jî di nav de li gelek bajaran teqîn çêbûbûn, Rûsyayê ragihand baregehên leşkerî û baregehên berevaniya ezmanî ya Ûkraynayê rûxandine.
Li gorî ajansên nûçeyên Rûs Moskowayê Deryaya Azad a li sînoê Rûsya û Ûkraynayê li keştiyan girtiye.
Hikûmeta Polonyayê xwest ku xala 4’an a NATO’yê were sazkirin.
Berdevkê hikûmeta Polonyayê Pîotr Mûller got, ”Beriya bi gavekê sefîr (sefîrê Polonyayê li gel komeke hevalbend ji sekreterê giştî yê NATO’yê daxwazeke wiha kir.”