Hêzên Erka Xweparastinê di” Şerê Tunekirina Terorê” de 16 çeteyên DAIŞ’ê dîl girtin, her wiha gelek çek û cebilxane jî bi dest xistin.
Di operasyona paqijiyê de ku Hêzên Erka Xweparastinê li gundên rojhilatê çemê Firatê û herêmên ku di 5’ê Cotmehê de hatine rizgarkirin, daye destpêkirin, gelek cebilxane û çekên giran û sivik ketin destê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê.
Der barê mijarê de berpirsyarê Ragihandina Hêzên Erka Xweparastinê Îsam Îsa da zanîn ku çekên ku ketine destê hêzên wan ev in: Qaîdeyên topên hewanê ên 120 mm û gelek heşweyên wê, çeka doçka û bi hezaran guleyên wê û gelek çekên kalaşnîkov û BKC û guleyên wê.
Îsam got di operasyona de hêzên wan 16 çete jî dîl girtine.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de ku di qonaxa xwe ya dawîn de bi navê “Şerê Tunekirinê Terorê” li dijî çeteyên DAIŞ’ê careke din dest pê kir, niha nêzî herêmên El-Sûse û El-Şefê ye.