Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqa û gundewarên wê der barê bûyerên li taxa El-Dirêhiyê rû dane de daxuyaniyek da. Nûnerên Hêzên Ewlehiya Hundirîn li taxê kom bûn û daxuyaniya girêdayî mijarê xwend.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Muhened Îbrahîm ve bi beşdarbûna gelek dezgehên çapemeniyê hate xwendin.

Daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Hundirîn wiha ye:
“Çi li Reqayê rû da? Çima di vê demê de? Hêzên me çalakiyeke bibandor pêk anî. Rêxistina dewleta terorîst a DAIŞ’ê heta di xeyal de venagere. Tişta ku şaneyên razayî plan dikin bêguman têkçûn para wan e.
Duh saet di 10:00’an de 29’ê Îlonê hêzên taybet HAT, pisporên bêbandorkirina mayinan li hemberî planeke şaneyeke razayî ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li taxeke bajarê Reqayê pêk anî.

Armanc hate diyarkirin û li kolana Basil a nêzî taxa El-Dirêhiyê di 2 xaniyan de ku şaneya terorîst bi kar dianîn, çalakî pêk hat. Hêzên taybet û Hêzên Ewlehiyê bi ser her du xaniyan de çûn û bi şaneya çeteyan re ketin nava pevçûnekê. Di encamê de 2 endamên şandeya terorîst hatin kuştin û 5 endamên din jî hatin girtin.
Piştre di lêgerîn û lêkolînê de siwareyeke bombebarkirî û miqdareke mezin ji çek û mayinan li heman deverê hatin dîtin. Mayin ji aliyê pisporan ve hatin bêbandorkirin û hemû çek hatin desteserkirin.

Tiştên hatine desteserkirin ev in:

1- 2 kalaşnîkov û 5 jarjorên wan û demançeyeke 7 mm.
2- 11 mayinên antîtank, 2 tîpên gazê ku bi madeyên teqemenî dagirtî bûn.
3- Topên tankan û fûzeyên çeka topavêj 57. Her wiha topên hewanê ku bi TNT dagirtî bûn.
4- 3 rextên bombekirî û sê amûrên kontrola ji dûr ve.
5- 7 bombeyên destan, 2 bombeyên pêvekirî, 7 mayinên antîpersonel.
6- Alaveke bêdeng û miqdareke ji madeya sîfor û bi sedan kebsûl û batarî.

Her wiha siwareyeke bombebarkirî ku ji teqandinê re hatibû amadekirin, hate dîtin. Her wiha hate piştrastkirin ku destê vê şaneyê di çalakiyên kuştinê de heye ji ber ku motorsîklêteke bi heman rêbazî ku di êrîşên berê de hatibû bikaranîn, hate dîtin.
Fermandariya giştî ya hêzên me bang li welatiyan kir ku hevkariya wan bikin û dema tiştekî biguman dîtin, wan agahdar bikin.”