Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundir, bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di 23ê Gulanê de li Hesekê şehîd bûye, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Ebdulezîz El Ezîz, di dema li ser erka xwe bû, di encama kirîza dil de şehîd bûye.
Navendê ji malbata şehîd û gelên herêmê re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir:
Ebdulezîz El Ezîz, navê dayik Kafe navê bav Hesen, di 17ê Sibata 2016an de, li Hesekê tevlî nava refên têkoşînê bû û di 23ê Gulana 2024an de li Hesekê şehîd bû.