Navenda ragihandina hêzên ewlekariya hundirîn derbarê girtina bazirganên çekan de daxuyanî da.
Da zanîn 2 kesên bazirganiya çekên şer dikin piştî şopandin û lêgerînê hatin girtin.
Di heman demê de li ser her dû kesan klêşek û 4 jarjorên wê, Dabanceyek 9 mermî, BKC û 455 guleyên wê û 610 dolar hatin girtin.
Bazirgan li xwe mikûr hatin ku çekan difiroşin, navendê wan ji dozgeriyê re şandin.