Têkoşîn Devrîm Behdinan, di nirxandina xwe de dibêje; ,Di salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê de, Gerîla li Avaşîn, Zap û Metîna, çalakiyên bi bandor kirin û careke din nîşan dan ku tu hêz nikare li hemberî îradeya şervanên azadiyê bisekine.
Hêzên Gerîla di navbera 1 û 6’ê Hezîranê de li Avaşîn, Zap û Metîna li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin, derbên giran li dijmin xistin û 11 leşkerên dijmin ceza kirin.
Bi yek gotinê mirov dikare bêje ku, rewşa dewleta Tirk û artêşa Tirk, ji bilî bêçaretiyê ne tiştekî din e.
Rojnamevan Têkoşîn Dewrîm wiha dewam dike;
Dewleta Tirk, dinava 4 salan de rêbazek nema ku li dijî Gerillayên Azadiyê bikarneanî.
Di van rojan de jî, rêbazên nû diceribînin.
Lê van rêbazan jî encam neda û leşkerên Tirk, êdî nikarin li xaka Kurdistanê gavê biavêjin, nikarin çeperên xwe jî terk bikin.
Dewleta Tirk ku her roj dibêje, ‘PKK êdî li wir nîne’ raya giştî dixapîne.
Di dîmenên Gerilla de jî tê dîtin ku, leşkerên Tirk di nava şoqeke mezin de ne û nizane ber bi ku ve birevin.
Leşker ketine sendorma dînbûnê.
Gerîla jî bi taktîkên nûjen ber bi serketinê ve dimeşin.
Gerîla hem li qadê, hem li hewayê li ser dijmin serwer bûye û artêşa Tirk ketiye nava têkçûnek mezin.