Li navçeya Wan Westanê, hêzên Gerilla li nêzî Çiyayê Artosê panzereke zirxî ya Artêşa Tirk dareb kirin.

Çavkaniyên Herêmê diyar kirin ku, hêzên Gerilla di 27’ê Gulanê de, li nêzi Çiyayê Artosê li dijî panzereke zirxî ya Artêşa Tirk ya dagirker çalekî pêkanîn.

Heman çavkaniyan got: Di çalakiyê de, panzêra zirxî darbeyek mezin xwar, leşkerê bi navê Tekîn Alp, ji bajarê Erziromê bi giranî birîndar bûye û rakirin nexweşxanê.

Derbarê kuştî û birîndarên Artêşa Tirk de agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.

HPG’ê jî, hîna derbarê çalakiyê de daxuyaniyek nedaye.