Welatiyên ji gundê Şêx Îsayê Elî Hemado û welatiya ji navçeya Til Rifetê Fatima Cafer têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivîn.
Elî Hemado got; Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî qadên sivîl dikin û komkujiyan dikin. Ji destpêka sala 2018’an û heta niha koçberkirina gelê me ji bajarê Efrînê û bombebarana hovane ya li ser gund dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker karkerên ku di nava zeviyên çandiniyê de kar dikin jî bombebaran dike. Ji ber êrîşan kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk debara jiyana welatiyan jî hedef digire.”
Fatima Cafer jî got; Ji dema koçberbûna me ji bajarê Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve, em ji bombebarana artêşa Tirk a dagirker de ne. Dewleta Tirk bi armanca tunekirina gel êrîşan dike û bi dehan komkujî kirine.
Fatima Cafer diyar kir ku li navçeya Til Rifetê tenê xelkê Efrînê û xelkên resen ên Til Rifetê lê dijîn û tu hêzeke leşkerî nîne ku bibe armanc. Tevî ku, hêzên Rûs û hêzên hikûmeta Şamê li herêmên Şehbayê hene jî, dewleta Tirk êîrşan dike û ew dengê xwe dernaxin. Bi vî rengî dibine hevkarê komkujiyan.