Partiya Çep têkildarî ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta Elman kir. Hikumetê jî di bersiva xwe de îdîa kir ku “ambargo nîne” û ji bo alîkariya UNCHR a ku ji sala 2015’an ve hatiye birîn îdîa kir ku alîkarî didome.

Piştî ku yek ji berpirsyarên MÎT’ê yên herêmê Osman Kose li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de hate kuştin, PDK’ê ev bûyer ji xwe re kir bahane û dest bi ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê kir. Di nava dema ambargoyê de destûr nehate dayin ku mirovên bi nexweşiyên giran, jinên ducanî, xwendekar û karker ji kampê derkevin.

Partiya Çep a ku li koma xwe li Meclîsa Federal a Elman heye, di dawiya meha Sibatê de mijar xist rojeva meclîsê û hin pirs li hikumeta bi serokwezaretiya Merkel kir.

Pêşnûme pirs ji aliyê parlamenter Zaklîn Nastîc, Mîchel Brandt, Heîke Haensel, Andrej Hûnko, Ûlla Jelkpe, Dr. Alexsander S. Neû, Eva-Marîa Schreîber, Dr. Kîrsten Tackmann hate amadekirin û bi navê hikumetê jî şêwirmendê Wezîrê Karên Derve Andreas Mîchaelîs bersiv da.

Ji bo piraniya pirsan bersiva “Li ber destê hikumeta me agahî û belgehek di vê mijarê de nîne” yan jî “sira dewletê ye” hate dayin. Têkildarî ambargoya ku 9 meh in li ser Mexmûrê ye bersivên sosret hatin dayin.

Wezareta Karên Derve ya Elman îdîa kir, ku li gorî agahiyên ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) wergirtiye, şêniyên Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yan jî perwerdeya dibistan/zanîngehê diçin Hewlêrê û tên. Her wiha îdîa kir ku bê pirsgirêk dikarin biçin navçeya Nînova, bajarên Kerkûk û Silêmaniyeyê.

Berevajî îdîayên hikumeta Elman, bi sedan nexweşên kronîk ên li kampê nikarin ji kampê derkevin û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên lezgîn çareser bikin. Li gorî lêkolîna ANF’ê, jinên ducanî Fatma Hacî Hiseyn, Ezîme Ehemed Lewînd, Fatma Soro Qûtas û Newroz Ehmed Salih ji ber ambargoyê zarok ji ber wan çûn. Her wiha xwendekar Amed Saleh, Newroz Derwêş, Sanya Niyazî, Dilşad Sîmal, Bêrîtan Tok, Mizgîn Kazim, Mihemed Ebdulah, Heyat Telîf, Hêvîdar Sedîq û Heyat Reşîd jî ji ber astengiya asayîşa PDK’ê nikarin perwerdeya xwe ya li zanîngeha Hewlêrê temam bikin.

Wezareta Karên Derve ya Elman îdîayên xwe dispêre UNCHR’ê. Lê belê belgeyên ku UNCHR pê îdîa dike ku alîkarî ji Mexmûrê re tê dayin, nîşan dide ku ev agahî nerast e. Eşkere bû ku saziya alîkariya bi penaberan re ya Neteweyên Yekbûyî herî dawî di 13’ê Tebaxa 2015’an de alîkarî bi şêniyên kampê re kiriye.