Ozan Canê ev zêdetirî salekê ye li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye û beriya niha keça wê Dîlan Ors jî hatibû girtin. Hikûmeta Elman têkildarî girtinê daxuyanî da û got; “Em zextan dikin.”

Hunermenda Kurd Ozan Canê ku li bajarê Koln yê Elmanyayê dijî ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê piştgirîdayîna HDP’ê hatibû Tirkiyeyê. Ozan Canê 23’ê Hezîrana 2018’an di mîtînga HDP’ê ya Edirneyê de hatibû destgîrkirin û ji ber di fîlmekê de ku qala têkoşîna YPG/YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê dike de rol girtibû tê sûcdar kirin. Dadgeha Tirk 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Ozan Canê, keça Canê Dîlan Ors ji dema dixwest ji Tirkiyeyê derbikeve hefteya borî hatibû destgîrkirin. Piştî girtina Ors parlamenterê Partiya Çepgir Gokay Akbûlût ev rewş biribû Meclîsa Federal.

‘EM ZEXTAN LI SER TIRKIYEYÊ DIKIN’

Ji bo berdana Dîlan Ors û dayika wê parlamenter Akbûlût ji rêveberiya Berlînê pirsî çi hewldan hatine kirin, li ser navê hikûmetê Wezareta Karê Derve bersiv da. Li gorî bersiva kurt a di destê ANF’ê de wezaretê ragihand ku heta niha sefaretxaneya Elman a li Stenbolê 8 caran li girtîgehê serdana Ozan Canê kiriye û ji bo serdana herduyan jî serlêdanekî nû li hikûmeta Tirk kirine.

Sefirê Elman yê Enqerê Martîn Erdman jî ragihand ku bi Dîlan Ors re hevdîtin kirine lê naveroka hevdîtinê nikarin eşkere bikin. Wezareta Karê Derve ya Elman wiha got; “Li Tirkiyeyê ji bo darizandina hemwelatiyên Elman yên girtî zextên Hikûmeta Federal ên li ser Tirkiyeyê didomin.”

Parlamenterê Partiya Çepgir Akbûlût beriya Dîlan Ors biçe Tirkiyeyê ji aliyê Wezareta Karê Derve yê Elmanyayê re hişyariya geştiyarê hate kirin an ne wezaretê bersiv neda.