Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), li navçeya Hîlwana Rihayê ku ji bo tevgera azadî û siyaseta kurd cihek girîng e, piştî 45 salan di hilbijartina xwecihî de bi ser ket.

Li Hîlwanê ji malbata Silêmanan Mehmet Veysî Bayik şaredarî bi rê ve dibir. Lê di hilbijartina xwecihî ya 6’ê Gulana 1979’an de Nadîr Temel bi ser ket û cara yekem bû ku tevgera siyasî ya gelê kurd şaredariyek bi dest dixist.

Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’yî qeymeqamê Hîlwanê Taykan Ataman wek qeyûm tayînî Şaredariya Hîlwanê hat kirin. Ji wê rojê ve heta roja me ya îro Şaredariya Hîlwanê di bin rêveberiya malbata Silêmanan de bû.

DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ji sedî 33,20’ê dengan wergirt û bi ser ket.

AKP îtîrazî hilbijartinê kir û li ser vê 2’yê hezîranê hilbijartin hatin nûkirin.

Di encam de Namzetên DEM Parti yên Hevşaredariya Hîlwanê Seyhan Paydaş û Garîp Yeşîl cara duyem bi serketin û 10 hezar û 720 deng wergirtin û bûn hevşaredarên navçeyê.

Namzetê AKP’ê Aslan Alî Bayik têk çû û DEM Partiyê piştî 45 salan dawî li desthilatdariya malbata Silêmanan anî.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihaye Omer Ocalan encam û serketina hilbijartinên li Hîlwanê nirxand.

Omer Ocalan da zanîn ku gelê Hîlwanê tenê ne raya xwe da, di heman demê de bersiv da desthilatdarî û statûkoperestiyê û got:

“Me tenê wek hilbijartina şaredariyê li vê hilbijartinê mêze nekir. Gelê Hîlwanê 45 sal berê ruhê azadiyê li vir çandiye û bi ruhê tevgera azadiya kurd beşdarî vê hilbijartinê bû. Zarok û neviyên berxwedêrên 45 sal berê li vir bedel dan, bersiva herî xweşik dan desthilatdariyê. Xelkê tenê ne ji bo xizmetê dengê xwe da, di heman demê de xwedî li mîrateya Alî Çat, Cûma Tak û Halîl Çavgûnan derket. Em ê jî xwedî li nirxên gelê xwe derkevin.”