Li Polonyayê di hilbijartinên serokkomariyê de ku roja Yekşemê pêk hat, Andrej Dûda bi ser ketibû ku partiya desthilatdariyê PîS a rastgir piştgiriya wî dike. Di hilbijartinê de Dûda 51 ji sedî yê dengan, hevrikê wî jî Rafal Trzaskowskî 49 ji sedî yê dengan wergirtibûn.

Platforma Sivîl (PO) ku ji koalîsyona gelek partiyên mûxalîf pêk tê û Trzaskowskî namzet nîşan da, bi hincetaku hilbijartin cihê nîqaşê ye ji bo betalkirina wê serî li Dadgeha Bilind da.

Ji berdevkên PO’yê Borys Bûdka diyar kir ku tevî gelek binpêkirinên hilbijartinê Dûda di televîzyona cemaweriyê de hîn bêhtir hate weşandin, ev yek jî bû sedem ku hilbijartin bi rengekî wekhev pêk neyê. Bûdka got, “Hilbijartin ne wekhev bû ne jî durust” û ragihand ku mekanîzmaya dewletê yekser piştgirî da Dûda û bi vî rengî hiqûq binpê kiriye.