Doç. Corradî ji ANF’ê re axivî û got; Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan kiryareke zalimane ye. Zêdeyî 30 mehan ku parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Desthilatdariya Tirk mafên mirovan binpê dike.

8’ê Cotmehê salvegera 25’an bû ku Abdullah Ocalan bi soza penaberiya siyasî hatibû Îtalyayê, hatibû welatê min.

Desthilatdariyê soz dabû, lê bi cih neanî. Encama wê jî bû dîlgirtina neqanûnî ya Ocalan.

Doç. Corradî anî ziman ku Rêber Ocalan li gel zilma li girtîgeha Imrlaiyê jî, sîstema şaristaniya navendî analîz kir û destnîşan kir ku mercên li Îmraliyê ji mercên girtîgehên komunîstê Îtalyayî Antonîo Gramscî jî girantir e.

Civaka navneteweyî jî piştgiriyê dide daxwaza azadiya gelê Kurd. Bandora fikrên wî, yên azadiyê li ser sed hezaran mirovî tê zanîn.

Birêz Ocalan, gelek pirtûkên hêja nivîsîne, yek ji wan jî li ser sosyolojiya Azadiyê ye û bi gelek zimanan hatine wergerandin.

Corredî herî dawî got, Gelek caran, pênûs bi xwe jî dihate qedexekirin. Tevî vê yekê jî danheviya kapîtalîst, dewlet û baviksalarî di asta herî bilind de analîz kirine û riyên azadiyê destnîşan kirin.