Hindistanê, di dema tetbîqetê de peykeke ku nizm digeriya bi fuzeyê xiste xwarê. 

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, diyar kir ku di dema tetbîqetê de peykeke ku nizim digeriya bi fuzeyê lê dane û xistine xwarê. 

Bi vî awayî Hindistanê, piştî DYA, Çîn û Rûsyayê bû welatê çaremîn ê ev teknolojî pêş xistî.
Modi got, “Zanyarên me bi dûrahiya 300 km peykeke ku nizim degeriya xistine xwarê.”

Serokwezîr got, “Armanca me ew e ku em aştiyê pêk bînin, ne ew e ku em atmosfereke şer biafirînin. Ev tetbîqet ne li dijî welatekî ye.”

Welatên weke DYA, Çîn û Rûsya li hemberî dibetiya şerekî ku biqewimî, çekên nû pêş dixin û hêzên xwe çekdar dikin. Fransa jî çend mehên dawî di nav lêgerîneke wiha de ye.