Hiqûqnasa Elman Heike Geisweid serdana Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl kir ku li Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aktîvîstên Kurd Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl li navenda NAV-DEM’ê ya li Berlînê di greva birçîbûnê de ne. Serdanên ji bo çalakgeran didomin.

Herî dawî hiqûqnas Heike Geisweid serdana çalakgeran kir û diyar kir, divê her kes xwedî li berxwedana li dijî tecrîdê derkeve û vî dengî bibihîze. Parêzera Elman ji bo serdana çalakgerên greva birçîbûnê ji Bochumê hat Berlînê.

Geisweid ragihand, li Tirkiyeyê bêhiqûqiyeke mezin heye û got, “Li dijî vê bêhiqûqiyê berxwedaneke mezin heye. Hevalên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne silav dikim. Kiryara tecrîdê ya dewleta Tirk û bêdengiya dewlet û medya Ewropayê ya li pêşberî vê bêhiqûqiyê şermezar dikim.”

‘TECRÎD BINPÊKIRINA BEYANNAMEYA MAFÊN MIROVAN E’

Hiqûqnasa Elman Geisweid destnîşan kiri, tecrîd li dijî beyannameya mafên mirovan e û got, “Di serî de CPT, yên ku li pêşberî vê binpêkirinê bêdeng in, tê dîtin ku wezîfeya xwe bi cih nînin.”

Geisweid got, di serî de hikumeta Elman a federal divê welatên Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî berxwedana li dijî vê bêhiqûqiya li Tirkiyeyê bixin rojeva xwe û diyar kir, “Bi navê mirovan divê em li dijî mirinê derkevin. Bi qasî ku em dibînin rewş niha gelekî giran e, hêvî dikim ku di demeke kurt de tecrîd bi dawî bibe.”

Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye, bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Tûzak 125 roj, Xelîl 112 roj, Kobanê û Bagdûr jî 109 roj in di greva birçîbûnê de ne.