Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê hêzên YJA-Star, du caran bi çekên giran li çeperên dagirkeran, xistin, 2 çeper derb xwar. Gerîlayan mûdaxaleyî helîkopteran kirin.

12’ê Mijdarê li heman qadê bi rêbaza sûîqestê çalakî pêkhat, dagirkerek hate cezakirin.

Hêzên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan û liv û tevgera wan rawestandin.

Bi çekên giran û nîv otomatîk jî çalakî pêkhat, derb li 3 çeperan hate xistin.

11’ê û 12’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakî pêkhat.

Her dû çalakî bi rêbazê sûîkastê pêkhat, 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Metînayê;

10 û 11’ê mijdarê li girê Çarçel bi şêwazê sabotajê çalakî pêkhat.

Yek ji çalakiyan ji aliyê YJA Starê ve hat li darxistin, gerîlayan dest bi dagirkeran werdan.

HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî jî ev agahî dan:

11’ê Mijdarê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî.

11 û 12’ê Mijdarê li herêma Metîna çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 8 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê bi teqemeniyên qedexekirî

12 û 13’ê Mijdarê li herêma Metîna çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 9 caran bi çekên kîmyewî û 11 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî,

11 û 12’e Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî 8 caran bi dronên bombebarkirî û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî,

11 û 12’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi dronên bi teqemeniyên qedexekirî, 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Li ser Êrişên artêşa Tirk a HPG wiha got:

11, 12 û 13’ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan û Şehîd Şerîf 5 caran, li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Metînayê qada Şêlazê carekê; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11’ê Mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.