HPG’ê ji bo fermanderê nemîr şehît Hewrê Çiya dibêje;
Zarokê hêja û şoreşgerê egîd ê xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê Hewrê Çiya, Adara 2024’an di êrişa dijmin de şehîd bû.
Wî pergala modernîteya kapîtalîst, jiyana li Ewrûpayê red kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Heval Hewrê, di gerîlatiyê de xwe zû pispor kir.
Wêrekî, vîn, israr û hewldana wî rê li ber serketinên girîng vekir.
Heval Hewrê weke şêrekî dimeşiya ser dijmin.
Weke bazekî xwe berdida ser wan û dizanî bê wê çawa penca xwe li wan bixe.
Bi vî rengî bû mînaka zelal a fermandariya fedayîtiya Apoyî.
Ew bû yek ji fermandarên sembol ê gerîlatiya modernîteya demokratîk.
Bi serketinên xwe, destanên nû li dîroka me ya têkoşînê zêde kirin.
Wê ew dilsoziya bi nirxên me yên neteweyî re, ew ast û sekna wî timî rê nîşanî me bide.
Em sersaxiyê ji malbata hêja ya heval Hewrê Çiya, welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê re dixwazin.
Nasnameya Şehîd wiha ye:
Mosleh Qazîzade bi nasnav Hewrê Çiya, navê dayik Ferîşte navê bav Bûrhan li Ciwanro ji dayîk bûye, Adara 2024’an de li Zapê şehîd bû.
HPGê wuha qala şehîd Hewrê Ciya kir.
Ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Ciwanro ye û di nava malbateke welatparêz de tê dinê.
Ji ber ku malbat bi nirxên welatparêzî û neteweyî ve dilsoz e, ew jî li gorî cewhera Kurdayetiyê mezin dibe.
Hê di zarokatiya xwe de ji bo debara malbatê di gelek karan de dixebite.
Ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî, malbat koçî Almanyayê dike.
Timî rewşa Kurdistanê ji nêz ve dişopîne.
Ev yek berê wî dide nav kar û xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz.
Rêber Apo baştir nas dike û bawer dike, ku azadiya rasteqîn a li Kurdistanê bi felsefeya wî pêkan e.
Ev jî berê wî dide çiyayên Kurdistanê.
Bi beşdariya xwe ya cewherî û duristî, bala tevahiya hevrêyên xwe dikişîne.
Fêm dike, ku cewhera PKK’ê fedayîtî ye û tevahiya jiyana xwe fedayî vê xetê dike.
Di gelek waran de xwe pêş dixe, ji ber ku di her xebatê de encamgir e, hevrêyên wî jê ewle ne.
Ji bo meşa xwe ya şoreşê, jiyan û têkoşîna xwe li ser xeta fedayî bidomîne beşdarî Hêzên Taybet dibe.
Ji ber ku xwedî wêrekiyeke bêhempa ye, dibe fedayiyekî ku kes nikare rê li ber bigire.
Ti carî tawîz ji armanc û pîvanên xwe yên fedayîtiyê nade.
Bi israra xwe ya çûyîna qada şer, pêşî li Zapê di Yekîneya bi Tevger a Şehîd Cûmalî Çorum de cihê xwe digire.
Terzê fethê yê sîlehan ji ser dagirkeran radike, dikeve çeperên dijmin û derbên giran lê dixe, pratîze dike.
Di şer de tecrubeyên girîng bi dest dixe û dibe fermandarekî fedayî yê Apoyî.
Piştî 2022’yan di asta fermandariyê de beşdarî berxwedana li Zapê dibe.
Hem sala 2022’yan hem jî sala 2023’yan di derblêdana giran a dagirkeriya Tirk de bi roleke girîng radibe û dibe diyarker.
HPGê di dawiyê de got, heta fedayîyên Apoyî yên mîna Hewrê Çiya hebin, wê dengê gelê me gur, hêviya wî zindî, baweriya wî mezin û serketina têkoşîna me teqez be.
Em soz didin, ku layiqî bîranîna wî bin û têkoşîna xwe mezin bikin.