HPG’ê ragihand, 21’ê Sibatê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk bi çalakiyeke sabotajê hatiye îmhakirin û di encamê de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîla ya li navçeya Bazîd a Agiriyê û êrîşên hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “21’ê Sibatê saet 04:30’î li ser rêya gundê Zorava yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra ya artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de wesayita zirxî ya bi tîpa kobra bi temamî îmha bû û 6 leşkerên dijmin ên di wesayitê de mirin.”
Di dewama daxuyaniyê de li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk jî hate gotin: “25’ê Sibatê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet 12’an Girê Şehîd Şahîn ê herêma Zê û saet 13:30’î jî geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşt hêzên me.”