Hêzên Parastina gelê Kurdistan – HPG’ê diyar kir, li Çelê di çalakiya gerîla de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîla Kûrtay Nûsaybîn ê li Xakurkê ji ber bomberdûmana balafirên şer şehîd bû, hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI ÇELÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Hêzên me roja 28’ê Cotmehê saet 16:30’î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çepereke dijmin bi temamî hate rûxandin û 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

Roja 28’ê Cotmehê saet 07:10’an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora rûbarê Xakurkê yê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI XAKURKÊ ŞEHÎD BÛ
Balafirên şer heman rojê saet navbera 17:00-18:00 bombe li Geliyê Hesena yê herêma Avaşînê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hevalê me Kûrtay Nûsaybîn şehîd bû.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav. Kûrtay Nûsaybîn
Nav paşnav: Abdûrrazzak Eren
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Atiye-Rustem
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Cotmehe a2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Kûrtay ku sala 2015’an tevlî nava refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bû, li her devera lê wezîfe kir, bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û pak, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Şert û merc çi dibin bila bibin, her tim hewl da di felsefeya Rêbertî û gerîlatiyê de xwe bi pêş ve bixe, ji bo vê armanca xwe jî timî perwerde esas girt. Herî dawî li herêma Avaşînê dema ku li dijî artêşa TC a dagirker karekî xurt ê şoreşgerî dikir, şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku hevalê me Kûrtay ji me re hişt, bi ser bixînin.”