Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Başûrê Kurdistan û Silopiyê 9 leşker û 2 kontra kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Hawêla Sêrtê ji ber bomberdûmanê 3 gerîla şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de qala çalakiyên di 28 û 29’ê Îlonê de hate kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
LI LÊLKANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk a ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine rêzeçalakî li dar xist. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne; Hêzên me roja 27’ê Îlonê li dijî leşkerên dagirker ku ber bi gundê Şapanê yê girê Lêlîkan a Sîdekanê ve tevger dikirin li nêzî girê Şehîd Şervan çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.
LI SÎDEKANÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 5 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN
Roja 28’ê Îlonê saet di navbera 15:20 û 17:20’an de hêzên me li dijî yekîneyekî operasyonê ya artêşa Tirk ku ji geliyê Arê ya Sîdekanê ber bi girê Şehît Rozerîn ve diçûn çend rêzeçalakî li dar xist. Di van çalakiyan de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê rakir.
LI SÎLOPIYÊ SABOTAJ: 2 KONTRA HATIN KUŞTIN, 4 JÊ JÎ BIRÎNDAR BÛN
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de sibeha 28’ê Îlonê li girê Ezman yê nêzî gundê Bilika yê navçeya Silopî ya Şirnexê li dijî kontrayên bicih bûbûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin û 2 jê bi giranî 4 kontra birîndar bûn. Pitşî çalakiyê artêşa Tirk li derdora gundê Bilika û Bêspin operasyon da destpêkirin.
LI QADA APÊ MÛSA OPERASYON
Sibeta 26’ê Îlonê artêşa Tirk bi desteka yekîneyên veşartî û balafirên keşfê li herêma Apê Mûsa ya navçeya Lîce a Amedê operasyon da destpêkirin. Operasyon didome.