Navenda Ragihandin û Paraszina HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker û sûcên wê yên şer de daxuyanî da.

HPG’ê got: Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 2 çeper û 2 kon hatin îmhakirin, derb li 9 çeperan hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

8’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan. Derb li 2 çeperan hate xistin.

8’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de çeperek û konek hatin îmhakirin.

Hêzên YJA-STar jî bi çekên nîv otomatîk li hedefên dagirkeran xistin.

Heman rojê bi çekên giran û nîv otomatîk li çeper û konên dagirkeran hate xistin. Konek hate îmhakirin, derb li 2 çeperan hate xistin.
Bi çekên nîv otomatîk li çepereke çeka A4 a dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li 3 çeperan hate xistin.

10’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan û derb li çeperekê hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

9’ê Mijdarê saet di 07:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî;

7’ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi teqemeniyan û gazên kîmyewî, 5 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

9’ê Mijdarê li Herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 22 carn bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

8 û 9’ê Mijdarê qadên Xêrê û Sêdarê yên herêma Garê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8 û 9’ê Mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Barzan bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”