“Hevrêyên me Avînar û Rûken bi hevrêtiya xwe ya saxlem û tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 2 gerîlayên YJA-Starê yên sala 2018’an şehîd bûne bi bîr anîn.

HPG li ser şehadeta wan, van agahiyan parve dike:

Milîtanên leheng yên têkoşîna azadiyê, hevrêyên Gerilla Rûken û Avînar di 6’ê Nîsana 2018’an de, li herêma Xakurkê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Hevrê Gerilla Rûken û Avînar, di demeke ku êrîşên dijmin zêde bûn, li Herêmên Parastina Medya erkên girîng girtin ser milên xwe û derbên giran li dijmin dan.

Ji bo ala têkoşînê ya hevreyên xwe yên şehîd bi serkeftinê tacîdar bikin, bêyî dudilî şer kirin û tevlî karwanên Nemiran Kurdistanê bûn.

HPGê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir.

Rozan Vildan Kizmaz, bi nasnav Avînar Merîvan, navê dayik Zozan navê bav Cuma li Amedê ji dyaik bûye, di 6’ê Nîsana 2018an de li Xakurkê şehîd bû

Fatma Koyuncu, bi nasnav, Rûken Spêrtî, navê dayik Xezal navê bav Mahmût li Şirnexê ji dyaik bû, di 6’ê Nîsana 2018an de li Xakurkê şehîd bû.

HPGê li ser sekin û tekoşeriya gerîlayên YJA Starê jî van nirxandinan dike.

Hevrê Gerilla Avînar li bajarê Amedê, ji dayik bû û hestên welatparêzî mezin bû.

Di zanîngeha Amedê de wek pêşengê ciwanan derkete pêş û piştî ku birayê wê hevrê Gerilla Mehmet Zuhat Kizmaz binasnav Mervan Amed di sala 2009’an de tevlî refên Gerîla bû, gelekî bi bandor bû.

Hevrê Avînar jî di sala 2012’an de ji Amedê tevlî nava refên Gerîla bû, perwerdeya şervanên nû li herêma Metîna dît.

Piştre weke Gerillayeke Modernîteya Demokratîk, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Avînar, bi nasnameya xwe ya YJA Starê, li herêma Xakurkê 6 salan Gerîlatî kir û tevlî operasyonên şoreşgerî bû.

Mîlîtana YJA Starê Avînar Merîvan, di 6’ê Nîsana 2018’an de li herêma Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Hevrê Gerilla Rûken jî li Silopiya, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û hîna di zarokatiya xwe Tevgera Azadiya Kurd nas kir.

Piştî gihişt temenê ku dikare tola kiryarên faşîzan hilîne, di sala 2012’an de, ji herêma Cûdî tevlî nava refên Gerîla bû.

Hevrê Gerilla Rûken, perwedeya ewil li herêma Cûdî dît û weke milîtanekî YJA Starê, ji her erkê re amade bû û di sala 2014’an de li dijî êrîşên çeteyan, derbasî Rojava bû.

Di sala 2014’an de, di şerê li dijî çeteyan de ji serê xwe birîndar bû.

Piştî ku di demeke kin de tedawiya wê temam bû, vegeriya qadên şer û tevlî berxwedana Kobanê bû.

Piştî 2 salan, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û bi awayekî çalak tevlî xebatan bû.

Di sala 2016’an de di xebatên YPS’ê yên Silopiya de cih girt.

Piştre, derbasî Akademiya Jinê ya Azad ya Şehîd Bêrîtan bû.

Piştî perwerdeyê, weke Gerîlayeke pêşeng ya YJA Starê û milîtana Apoyî, derbasî herêma Xakurkê bû.

Hevrê Gerilla Rûken, weke milîtaneke mînak ya PKK-PJAK’ê, 6’ê Nîsana 2018’an de tevlî karwanên Nemirên Kurdistanê bû.