Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“3’yê Hezîrana sala 2021’ê li qada Cîloya Biçûk a girêdayê Zapê dijmin êrîş kir, hevrêyên me Andok û Destan bûn şehîd.

Hevrêyên me Andok û Destan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên sala 2021’ê yên li herêma Zapê bi fedaiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xistin, wek mîlîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt.

HPG’ê got:

Ewladê egîd ê Başûrê Kurdistanê, mîlîtanê fedaî yê Helebceya Şehîd hevrêyê me Andok Axîn û ewladê qehreman ê xelkê me yê Nisêbînê yê welatparêz hevrêyê me Destan Dersim bi wêrekiya xwe tirs xistin dilê dijmin û sekneke ku ji bo hemû ciwanên Kurd bibe mînak, nîşan dan.

Hevrê Andok û Destan ên wêrek ku ewladên gelê me yên bijare û fedaî ne, wê wek qehremanên gel û pêşengên ciwanan tim werin bibîranîn.”

HPG’ê di serî de ji malbatên hêja yên hevrê Andok û Destan, ji bo hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê sersaxî xwest û soz da ku ewê bibîranînên şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

HPG’ê nasnameyên herdu şehîdan wiha eşkere kirin:

Nasnav: Andok Axîn
Nav Paşnav: Warzer Yasîn
Cihê jidayikbûnê: Helebce
Dê Bav: Zuhre Yasîn
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap

Nasnav: Destan Dêrsim
Nav Paşnav: Mehmet Saît Acat
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dê Bav: Kevser Mehmet Nûrî
Dîrok û Cihê Şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap