HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniy a HPG’ê di daxuyaniya xwe de got;

“Dewleta Tir k a mêtinger armanc dike ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku garantiya siberoja azad a gelê me ye, tasfiye bike û êrîşên xwe yên qirkirinê bigihîne encamê. Li dijî hemû êrîşan têkoşîna me bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe dide, hebûna gelê me diparêze û hêviya wê ya siberoja azad zindî dihêle, di meha Şehîdan Gulanê de berxwedana xwe didomîne û bersiva pêwîst dide xayîn û hevkaran.

HPG’ê bal kişand ser êrîşên sûcê şer ên dewleta tirk anî ziman ku artêşa Tirk a mêtinger a ku nikare li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me pêş ve biçe, car din quralên şer ên navneteweyî binpê dike û li dijî tunelên me 286 caran bi çekên kîmyewî û 37 caran jî teqemeniyên qedexekirî êrîş kir.

Çeperên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkopterên êrîşê û bi hezaran caran jî bi hewan, obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.

HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêvajoya pêşxistina serweriya teknîk û taktîkê, di meha Gulanê de jî pêşde bir û roja 27’ê Gulanê li asîmanên Qendîlê SÎHA ya Aksûngûr a ayîdê artêşa Tirk a dagirker xistiye xwarê.

SÎHA’yên ku artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet bi propagandeyeke mezin qalê dikin, li asîmanên Kurdistanê yek bi yek tên xistin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku mîrateya têkoşînê ya şehîdên me dewr girtiye û mezin bûye, wê teqez bigihije armanca xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’.

HPG’ê bîlançoya şer a têkoşîna meha Gulanê, bi berfirehî wiha da:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşên bi balafirên şer; 245

Êrîşa bi helîkoptera êrîşê; 43

Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî; 37

Êrîşa bi dronên bombebarkirî; 61

Êrîşa bi çekên kîmyewî; 286

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine lidarxistin; 82

WINDAHIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatine cezakirin; 43

Hejamra dagirkerên birîndar bûne; 4

YÊN HATINE ÎMHAKIRIN

Aksûngûr SÎHA; 1

Sîstema Radarê; 1

Kameraya Mobesse; 10

Kepçe; 3

Dron; 1

Konteynir; 1

Kon; 6

Fotokapan; 7

Çeper; 2

YÊN DERBE LÊ HATINE XISTIN

Hekîkopter; 1

Kepçe; 2

Çeper; 5

Kameraya Mobesse; 1