Li gorî wê gerîilayan li herêma Xakurkê 15-16 û 17’ê kanûnê çalakî li darxistin.
Di çalakiya 15’ê kanûnê de, gerîlayan li dijî helîkoptera bombe li qada Lolanê barandin, destwerdan kirin, helîkopter neçar ma ji qadê bireve.
16’ê kanûnê jî gerîlayan li girê şehîd Kamûran bi çekên giran çalakî kirin.
Heman rojê şev jî dest li helîkoptera êrîşê werdan ku, Loban bombe dikir. Helîkopter ji qadê dûrket.
17’ê Kanûnê jî gerîlayan dest li helîkopterên êrîşê werdan ku Lolan bombe dikir, helîkopter ji qadê dûrket.
Li ser êrişên dewleta Tirk bi teqemeniyên qedexe, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî HPG’ê wiha got:
14, 15 û 16’ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 41 caran bi teqemenî û gazên kîmyewî û carekê jî bi bombeya taktîk nukleer hat bombekirin.
17’ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî.
15, 16 û 17’ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên Şehîd Diyar 11 caran bi droneyên bombebarkirî, hatin bombekirin.
Her wiha
14, 15, 16 û 17’ê Kanûnê li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Ava Lolanê, Girê Rostê, Xinêra Jor 8 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Garê qadên Hefttebax, Gundê Şiyê, Girê Zengil 3 caran, li herêma Metînayê Gundê Dergelê, qada Golka 3 caran, bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
14, 15 û 16’ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê dîsan, herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.