Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, wiha got:

“27’ê Gulana 2020’an li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, şerekî tund bi dijmin re qewimî û piştre di encama êrîşên hewayî de fermandarê me yê hêja hevrê Reşîd Serdar şehîd bû.”

Di HPG’ê bilêv kir,
“Hevrêyê me Reşîd ku lêgerînerekî heqîqetê bû, digot ku wateya jiyanê di nava PKK’ê de dîtiye.” û got:

Di salvegera şehadeta wî de, em car din milîtanê Apoyî hevrêyê xwe yê hêja Reşîd Serdar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranîna wî bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de wiha eşkere kirin:

Mustafa Ertaş bi nasnav Reşîd Serdar, li Wanê ji dayik bûye. Dayik û bav Çîçek û Şehabettîn. 27’ê Gulana 2020’an li Wanê şehîd bû.

HPG’ê derbarê jiyan û têkoşîna şehîd jî ev agahî dan:

“Hevrêyê me Reşîd Serdar li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, di nava malbateke welatparêz de hat dinê.

Demeke diyar di nava xebatên milîsan de cih girt. di gelek xebatên li dijî dijmin dihatin meşandin de bû xwedî ked.

Di pêvajoya ku tevlî xebatan bûyî de, têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin, ji nêz ve nas kir û fêm kir.

Biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike, bû şahidê kesayeta hevrêyên me yên şehîd.

Bi taybetî ji têkoşîna hevrê Şehîd Kûrtay Faraşîn Abdulkerîm Ertaş bandor bû.

Hevrêyê me Reşîd tevî ku zewicî bû û zarokek wî hebû, xwe li hemberî gelê me berpirsyar hîs kir û diyar kir ku hemû zarokên Kurd heq dikin ku li welatekî azad bijîn.

Ji bo afirandina welatekî ku mirov bikare lê bijî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Ji fermandarên me yên efsanewî navê Şehîd Reşîd Serdar li xwe kir û xeta xwe ya têkoşînê diyar kir.

Di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi Şehîd Demhat Faraşîn re li qada Wanê di rêxistinbûna berxwedanê de cih girt.

Bi têkoşîna xwe, xwest ji berxwedana ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelek cihên din tê meşadin re bibe bersiv.

Hevrêyê me Reşîd qasî 2 salan li qada Wanê bû xwedî pratîkek serketî û piştre ji bo hin xebatan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû, bi wezîfeya xwe ya fermandariya herêmî re careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bû.

Berê xwe da herêma Nordiz a ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû.

Li herêma Wanê di nava gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û ked da. Bi fedakarî û cesareta xwe bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak bê girtin.

Hevrêyê me Reşîd Serdar di 27’ê Gulana 2020’an de dema li derdora gundê Koxan ê Nordiz li ser erka xwe bû, di pevçûna bi artêşa Tirk a dagirker û êrîşa piştre de bi awayekî fedaî şer kir û gihîşt şehadetê.

HPG’ê got: Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala hevrêyê xwe Reşîd a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez pêk bînin.”