Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnama Şehîd Şoreş eşkerekir û wiha got:
27’ê Tîrmeha 2017’an li qada Tehtêreş a Kato Jîrka gerîla Şoreş Amed bi fedaî li dijî êrîşên dijmin li ber xwe da û şehîd bû.
Ewladê leheng ê Amedê, milîtanê hêja yê Apoyî hevrê Şoreş erkên şoreşê yên ji bo azadiya gelê xwe û siberojeke bi rûmet hilda ser milê xwe bi serketî bi cih anî.
Ji dema dilê xwe ket têkoşîna azadiyê heta şehîd bû, bê rawestan têkoşiya û şerkir. Hevrê Şoreş carek din nîşanî ciwanên Kurdistanê kir ku, jiyana azad tenê bi tevilbûna nava refên gerîla dibe.
HPG’ê di serîde malbata şehîd ji gelê kurdistanê re sersaxî xwest û got: emê xwedî li bîranîna şehîd derkevin.
Nasnama şehîd wiha ye:
Azîz Sonaçan bi nasnav Şoreş Amed, li Amedê ji dayîkbû, navê dayîkê Esma navê bav Aydin, 27’ê tîrmeha 2017’an li Botanê şehîd bû.
HPG’ê li ser Şoreşa Amed wiha got.
Ji ewladên leheng ê Amedê, Hevrê Şoreş li nava malbateke welatparêz ji dayîk bû, bi çanda welatparêziyê mezin bû. Dijmin 2015’an destpêkê ‘Plana têkbirinê’ xiste dewrê û li ser gelê me dest bi komkujiyan. Hevrê Şoreş daxwaza xwe ya têkoşîna li nava refên gerîla ku berê amadekarî jê re kiribû, bi cih anî û li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt li Amedê ma, derbasî herêma Besta bû. Li wir perwerda destpêkê ya gerîlatiyê dît, di demeke kin de, di warê leşkerî de bû pispor. Li gelek qadên Botanê tevlî karê pratîkî bû. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredût ji hevrêyên xwe re bû mînak. Li dijî gelek tevgera leşkerî ya dijmin ku ji bo tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir, timî çalakî pêk anî, derbên giran li dagirkeran xist. Di sala 2017’an de derbasî herêma Kato Jîrka bû, li vê derê têkoşîna xwe dewam kir. Hevrê Şoreş bi kesayeta kedkar her tim li pêş bû. Di nava hevalên xwe de bû cihê baweriyê, heskirin û hurmetê. 27’ê Tîrmeha 2017’an li hemberî dijmin şerkir û şehîd bû.
Em di kesayeta şehîd Şoreş de, carek din soz dikin ku, emê armancên şehîdan hemûyan pêkbînin.