HPG’ê destnîşan kir ku hevriyên m Gerilla Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta, bi wêrekiyeke mezin li dijî dagirkeran şer kirin û tewvlî karwanê nemirên Kurdistanê bûn.

Navenda Ragihandina HPG’ê jî têkildarî 2 Gerîlayên şehîd agahî da û got; Me 20’ê Cotmeha 2023’an de ragihanbdibû ku, 18 û 19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Kuro Jehro, di navbera hêzên Gerilla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar derket. Di vî şerî de 2 dagirkerên payebilind hatibûn ceza kirin û 2 Gerilla jî, i lehengî şer kirin û şehîd bûn.

HPGe, ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

Berjîn Arşîmet, bi nasnav, Jîndar Rûmet Meyaser, li Amedê ji dayik bûye, Navê Dayik û Bav: Fatma – Zekî, d 19’ê Cotmeha 2023’an d eli Zapê îehîd bû.

Ahmet Çorto, bi nasnav, Zagros Besta, li Reqa ji dayik bûye, Navê Dayik û Bav: Makbûle – Osman, di 19’ê Cotmeha 2023’an de, li Zapê şehîd bû.

Hevrê Gerlla Jîndar Rûmet Meyaser li navçeya Amed Farqînê di nava malbateke ji eşîra Xelîkanê ji dayik bûye.

Kurmamê wê Şervan Partîzan (Şerafet Arşîmet) sala 2009’an li Çewlîkê, keçmama wê Denîz Amed (Esra Arşîmet) sala 2019’an de li Serê Kaniyê û kurmamê wê Şervan Partîzan (Nîmet Arşîmet) sala 2021’ê li Dêrsimê şehîd bûn.

Hevrê Gerilla Jîndar jî, ji bo hesabpirîsna ji dijinê dagirker, di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Li her qada berxwedanê li dijî dijminê dagirker têkoşîn kir, darbên girqan li dijmin xistin.

Hevrê Gerilla Jîndar piştî perwerdeyê demekê di nava xebatên girêdayî Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de cih girt. Weke her demê, bi cesaretek mezin bi ser dijmin de çû, bi fedaiyane şer kir û 19’ê Cotmeha 2023’an şehîd bû.

Hevrê Gerilla Zagros Besta jî, wek ciwanekê girîngiya jiyana nû û şoreşa ku bi berdêlên mezin pêk hat dizanî û di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi riya çeteyan nekarî encamê bi dest bixe û yekser bi xwe êrîşî Şoreşa Azadiya Rojava kir, Hevrê Zagros tevlî nava têkoşînê bû.

Piştî demekê, çiyayên Kurdistanê weke cihê ku li dijî dewleta Tirk a mêtînger bi rengekî herî bi bandor yê têkoşîne dît û berê xwe da çiyayên azad.

Hevrê Gerilla Zagros. li hemû qadên berxwedanê, li dijî hêzên dagikar têkoşîn kir. weke Gerilayek pêşeng, di 18 û 19’ê Cotmehê de li herêma Berxwedanê ya Kuro Jehro bi fedaî şer kir, tola hevriyên xwe hiland û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.