HPG’ê nasnameya 8 şehîdên Colemêrgê eşkere kir

HPG’ê nasnameya 8 şehîdên Colemêrgê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şehîdên ku 21’ê Tîrmeha 2018’an li Colemêrgê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Li Kurdistanê şerê li dijî dagirkeriya TC’ê her ku diçe girantir dibe û hema hema her roj şer û operasyon çêdibin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li dijî hêzên me yên gerîla hemû derfetên dewletê dixebitîne, li gel hemû êrîşên xwe jî nagihin encamên ku dane ber xwe. Şerê bi  hêzên dagirker ku bi her cure derfetên dewletê êrîşên xwe zêde kirine bûye xwedî karaterekî ast bilind. Hêzên me yên gerîla di çalakiyan de û di şerê dema operasyonan de derbên giran li dijmin dixe. Di pêvajoya şerê zêde de, ji hêzên me yên gerîla jî ku bi lehengî û fedaî şer dikin şehîd çêdibin. 21’ê Tîrmeha 2018’an li Colemêrgê, li qada Geliyê Marînosê artêşa TC’ê ya dagirker êrîşeke hewayî aniye û di encamê de 8 hevalên me yên leheng şehîd bûne.

Hevalên me yên ku şehîd bûne ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine, li çiyayên Kurdistanê di nav şerê giran de ji bo azadiya gelê me heta bi hilma xwe ya dawî bi fedaî şer kirine. Ji ber şehîdbûna hevalên me yên şehîd di serÊ malbatên şehîdan, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em dîsa sond dixwin heta ku em KurdistanA azad, ku îdeala şehîdên me yên pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Bahtiyar Azîz
Nav û Paşnav: Demhat Bozkûrt
Cihê Dayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Esmîhan – Azîz
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Bahtiyar – Demhat Bozkûrt

Nasnav: Erdal Dîren Amanos
Nav û Paşnav: Şehmûs Eşîn
Cihê Dayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik – Bav: Nefel – Hamît
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Dîren – Şehmûs Eşîn

Nasnav: Rûbar Andok
Nav û Paşnav: Hasan Yîgît
Cihê Dayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik – Bav:Besna – Yusuf
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Rûbar – Hasan Yîgît

Nasnav: Sema Marînos
Nav û Paşnav: Vahîde Kûrt
Cihê Dayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik – Bav: Feyrûs – Suleyman
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Sema – Vahîde Kûrt

Nasnav: Serhat Berwar
Nav û Paşnav: Dundar Kaya
Cihê Dayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik – Bav: Saadet – Salîm
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Serhat – Dundar Kaya

Nasnav: Solîn Roj
Nav û Paşnav: Sabriye Temel
Cihê Dayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Perîhan – Kadîr
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Solîn – Sabriye Temel

Nasnav: Şervan Amed
Nav û Paşnav :Emrûllah Atilgan
Cihê Dayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Fatma – Şehmûs
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Şervan – Emrûllah Atilgan

Nasnav: Cigerxwîn Zagros
Nav û Paşnav:-
Cihê Dayikbûnê: –
Navê Dayik – Bav:-
Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Cigerxwin Zagros

NAVNÎŞANÊN ME