Daxuyaniya navenda ragihandina HPG’ê wiha ye:
Şahan Gever 23’ê Nîsana 2020’î li Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bû.
Hevrê Şahan, ewladê hêja yê eşîra Oremarê bû, yek ji milîtanên leheng ên tekoşîna azadiya gelê Kurd bû.
Şahan Gever çanda xurt a eşîra welatparêz û malbata cewherî di têkoşîna me de bi çanda şoreşgerî Apo re kir yek û xwe gihand kesayeta şoreşgerî.
Li gelek qadên Xakurkê têkoşiya, bi sekna xwe ya leşkerî, zelaliya di îdeolojiya Apoyî de, bi hevaltiya xwe kûr, bi tevlîbûna bi fedakarî ya li jiyanê bû gerîlayekî şareza.
HPG’ê di serî de malbata şehîd, ji gelê kurdistanê re sersaxî xwest û nasnama şehîd eşkere kir.
Bîrhat Bûldan bi nasnav Şahan Gever li Colemêrgê ji dayîk bûye, navê dayîkê Xetîce navê bav Mîrpenç 23’ê nîsana 2020’ê li Xakurkê şehîd bû.
HPG’ê li ser Şehîd Şahan vê nirxandinê kir.
Gerîla Şahan li Geverê li nava malbateke ji eşîra Oremar a welatparêz ji dayik bû. Bi hişmendiya welatparêziya kûr, kevneşopî û çanda Kurdîtiyê ya xurt a malbat û eşîra xwe mezin bû, hîn biçûk bû, partiya me PKK nas kir.
Cografya lê çêbû, gerîla li wê qadê bandor e, li dijî dijmin timî çalakiyan dike, vê jî bandor lê kir. Ji eşîra wî, xizmên wî yên nêz li nava refên azadiyê şehîd bûn. Şehîd Şahan ev kir hênceta têkoşînê, tevlî refên gerîla ye. Ji çiya ne xerîb bû, demek kin hînî jiyana gerîla bû. Girîngî da perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî, li perwerdeyên îdeolojîk xwe gihand kesayetiyekî şoreşgerî.
2015’an li Xakurkê bi wêrekiyeke mezin hewl da bersivê bide êrîşên dijmin, tevlî operasyonên şoreşgerî bû, di gelek çalakiyan de derbên giran li dijmin xist.
Li herêmên Parastina Medya timî di çalakiyan de bû, li Xakurkê li gelek qadan erk girt. Hêrsa li hemberî dijmin bû sedem hevrê Şahan têkoşîna xwe hîn mezin bike.
23’ê nîsana 2020’ê li Xakurkê li dijî dijmin heta kêliya dawî şer kir û şehîd bû. Weke hevrêyên wî em careke din soz didin ku ji bo Kurdistana azad ku hesreta şehîdên me bû em ê têkoşîna xwe dewam bikin.