Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa dagirkeriya Tirk a 24’ê Gulanê li dijî gundê Nenyasê yê navçeya Amedê Licê daxuyaniyek da.
HPG’ê pêşî têkoşîna Dayîkên Şemiyê ya hezar hefte li pey xwe hiştî, dayîk û malbatên şehîdan bi hurmet silav kir.
Û qala şehadeta welatparêzê Kurd Mehmet Yildirim kir.
HPG’ê wiha got:
Welatparêzê hêja Mehmet Yildirim li ber çavê malbata xwe, bi awayekî hovane ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.
Dewleta Tirk beriya niha jî ji malbata wî Adnan Yildirim 3’yê Hezîrana 1994’an bi Savaş Bûldan û Haci Karay re revand û ew qetil kirin.
Pismamê şehîd Mehmet Yildirim, Medenî Yildirim 18 salî 28’ê Hezîrana 2013’an ji aliyê eskerên Tirk ve hat qetilkirin.
HPG’ê bi vî rengî qala şehîd Mehmet Yildirim kir:
Mehmet Yildirim ê ku dewleta Tirk ew 2008’an 3 sal li zindanê ragirtî, welatparêzekî wêle bû ku ti carî ji sekna xwe tawîz neda.
Tenê armanca wî ew bû ku li gundê xwe, li ser axa xwe, bi malbat û nasnameya xwe bi serbilindî bijî.
Lewma weke ferdên din ên malbatê, dewleta Tirk Mehmet Yildirim jî bi êrişeke hovane qetil kir.
Vê bûyerê careke din nîşan da ku her ferdekî û ferdeke azad ên Kurd ên di jiyana bi rûmet de israr dikin hedefa dewleta qirker in.
Ji bo dewleta tirk ferq nake ku gerîla an jî sivîl be.
Mehmet Yildirim weke mînakeke mezin a welatparêziya Kurdistanê serî li ber dijmin netewand, teslîm nebû.
Weke milîtanekî fedayî ji bo parastina rûmeta welatparêziya xwe li ber xwe da û bi şerkirinê şehîd bû.
Ev sekna welatparêziyê ya Mehmet Yildirim egîdiyeke mezin e.
Di şexsê Mehmet Yildirim de em tevahî şehîdên malbata Yildirim û şehîdên xwe yên failên wan diyar in bi bîr tînin.
Ji bo em bibin layiqî vê sekna welatparêziya bi nirx û xwedî rûmet, em soz didin ku têkoşîna xwe mezin bikin û xwîna wan li erdê nehêlin.
Em sersaxiyê ji bo malbata hêja ya Yildirim û xelkê me yê welatparêz ên Licê dixwazin.