Hêzên Rizgariya Efrîn bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên tolhildanê de li Şera û Merayê de bi kêmanî 4 leşker û çete hatin kuştin.

HRE’yê ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û Mare çalakiyên bi bandor li dar xistin.

Di dîroka 28’ê Mijdarê de hêzên me li gundê Malikiyê yê bi ser navçeya Şera li dijî baragehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi şêwazê veşarî lidar xistin. Di encamê de de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

28’ê Mijdarê hêzên me li bajarê Efrîn taxa Eşrefiyê li dijî çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encamê de wesayîtek leşkeri hat rûxandin, çeteyê bi navê Rabî Ebû Arif hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Di heman dîrokê de hêzên me li derdora bajarê Mare li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarixa yê bi ser navçeya Şera û gundên Aqîbê, Bênê yê bi ser navçeya Şêrawa bi obüs û hawanan dijwarî topbaran kir.”