Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li Mare û Efrînê 3 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di dîroka 12’ê Îlonê de hêzên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare li dar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di heman dîrokê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê liv û tevgera pêşdehatinê ya çeteyên Cebha El-Şamiyê li derdora gundê Malikiyê yê girêdayî navçeya Şera kirin armanc. di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin.”