HRE’yê ragihand, ku li navçeya Şera ya Efrînê li baregeheke artêşa Tirk xistine û di encamê de 3 çawişên pispor ên dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 29’ê Çileyê de li gundê Gobelê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet kirine.

3 ÇAWIŞÊN PISPOR HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyê di çalakiyê de 3 çawişên pispor hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di heman demê de artêşa dagirker gundên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kir.

JI BER TOPBARANA ARTÊŞA TIRK ZAROKEK LI TIL RIFATÊ ŞEHÎD BÛ, YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Di encama wan topbaranan de li herêma Til Rifat ya Şehbayê zarokekî şehîd ket û zarokekî jî brîndar bû. Her wiha ziyanên madî gihîştin welatiyên herêmê.”