Li Erebîstana Siûdî di rojekê de 81 kes hatin îdamkirin. HRW’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got:“81 kesên ku di rojekê de hatine îdamkirin zêdetirî nîvê kêmaniyên Şîe ne. Bidarvekirina rojekê ji ya tevahiya sala 2021’an zêdetir e ku 69 kes hatibûn îdamkirin.“

Cîgirê Midûrê Maseya Rojhilata Navîn a HRW Michael Page anî ziman ku îdamkirina komî ya Erebistana Siûdî ya 81 kesan di dawiya vê hefteyê de nîşanek hovane ya dadperweriya dozan û rejîma otokratîk û pergala dadweriyê ye ku bi tundî mehkûmî binpê kiriye.

Li gorî Riyadê, di nav kesên hatine îdamkirî de 7 Yemenî û yekî Sûriyeyî heye.