Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), ji bo bicîhanîna pêdivîyên xelkê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin alîkarî şand. HSK’ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê; Heyva Sor a Kurdistanê berî niha bi demeke kin ji bo xelkê li Sûr, Gever, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê, 100 hezar Euro û 100 hezar dolarên Amerîkayê alîkariya madî şandiye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, Dewleta Tirk ji payiza 2015’an ve bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê; Gimgim, Farqîn, Lice, Silopiya, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê dorpêç kirine û di êrîşên xwe di be sedan welatiyên sivîl kuşt, bi sedan kes jî birîndar kir. Di encama êrîşên tank û topan de bi hezaran mal û xaniyên welatiyan hatin xerakirin û rûxandin û bi sedan zarok sêwî mane û bi hezaran malbat mexdûr kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bicîhanîna pêdivîyên yên xelkê Sûr, Cizîr, Nisêbin, Şirnex û Geverê di sala 2018’an de bi gîştî Mîlyonek 100 hezar Euro û 100 hezar dolarên Amerîkî şandiye.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê bang li Kurdistaniyên Ewropayê kir ku bi rêya Heyva Sor destê alîkariyê dirêjî mexdûrên şer ên li Kurdistanê bikin.