Hevseroka Kongreya Îslam a Demokratîk Hûda Kaya got: “Çawa ku jinan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de rolê xwe lîstin û berxwedanek mezin dan meşandin, dê di pêvajoya dadgehkirina çeteyan de jî rolek sereke bilîzin.”

omxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê li hola Beylesan ya navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Gelek kesên navdar di komxebatê de li ser dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê nêrînên xwe anîn ziman.

Yek ji beşdarên komxebatê hevseroka Kongreya Îslam ya Demokratîk Hûda Kaya bû. Hûda ji ajansa me re axivî.

Hûda Kaya anî ziman ku ew sê roje li vir li ser pirsgirêkek navnetewî ya piralî nîqaşên piralî dimeşînin. Hûda got: “Bi rastî jî pirsgirêkek evqas mezin û piralî, encax divê piralî û nawnetewî were destgirtin. Ev jî hêviyekê dide mirov. Xwezî hê zûtirîn ev xabata bihata lidarxistin. Lê belê li gor şert û mercên herêmê, nêzîkatiya siyasî û leşkerî  dîsa jî demek dereg nîne ji bo van nîqaşan.”

Hûda Kaya destnîşan kir ku derketina DAIŞ’ê, mezinbûna wê, kiryar û îdeolojiya wê nîqaşkirin pir giring e û wiha got: “Ev metirsî hê derbas nebûye. Em baş dizanin ku çend sal beriya niha herî kêm 85 welatên cîhanê bi hezaran kes neqlî vê derê kirin û vir kirin cihê zayîna DAIŞ’ê. Bêgûman ev yek projeyek navneteweyî bû û ev rêxistin bi alîkariya dewletên herêmê jî hat mezinkirin.”

‘DAIŞ’ê bi teybet gelê Kurd û jin kirin armanc’

Hûda Kaya gotinên xwe wiha berdewam kir: “Eger em îro aliyê serbazî de bikarin behsa têkçûyîna DAIŞ bikin, sedema vê ya sereke hedefgirtina wan ya gelê Kurd, bi taybet jî hedef girtina wan a jinan bû. Bi vê sedemê ber bi têkçûyînê ve çûn. Ti kes li benda vê yekê nebû. Tirkiye jî ne li benda vê yekê bû. DAIŞ’ê bi taybet jin û gelê Kurd hedef girtin û ev yek jî bû sedema têkçûyîna wan.”

‘Rêveberiya Xweser bi derfetên kêm bi sedhezaran DAIŞ’iyan xwedî dike’

Hûda Kaya da zanîn ku ev mesele bi gotina ‘DAIŞ qediya’ naqede û wiha pê de çû: “Bi dehhezaran girtî hene. Bi  dehhezaran jin û zarokên wan hene. Mînak Tirkiye gelek caran dibêje ‘ewqas penaber li cem me ne, em wan xwedî dikin û hwd.’ Lê werin li vir binêrin Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên kêm bi sedhezarî zêdetir DAIŞ’iyan û malbatên wan xwedî dike. Sedhezaran jî penaber hene. Gelo ev yek wê wiha berdewam bike? Bersiva vê bi tekezî na ye.”

‘Divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

Hûda Kaya destnîşan kir ku pirsgirêka DAIŞ’ê pirsgireka hemû cîhanê ye û axivî: “Li vir sûcên şer hatin jiyankirin, jin hatin revandin, destdirêjî li ser wan çêbû, di encama van destdirêjiyan de zarok hatin dinê, malbat ji hev hatin belav kirin, qetlîam hatin jiyan kirin, bajar hatin wêran kirin. Divê ev sûc hemû werin darizandin. Kesên winda hene. Sûcek li dijî mirovahiyê hate kirin. Wê demê divê raya navnetewî li ser vê yekê bifikire ku ev sûcên dijî wê hatine kirin çawa wê werin darizandin ku careke din xwe dûbare neke. Divê her kes destê xwe bixe bin kevir. Ev sûc ne tenê pirsgirêka Rojava ye. Tenê ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Hêzên navneteweyî jî divê di vê yekê de rola xwe bibînin û li gor wê tevbigerin.”

‘Berxwedana jinan di têkbirina DAIŞ de bû efsaneyek’

Hûda Kaya anî ziman ku di vê serkeftinê de keda gelek kesan heye, lê belê bi taybet berxwedana jinan efsaneyek bû û got: “Em vê yekê di jiyana rojane de jî dibînin ku ew kêliya ku zilam dibêjin ‘em qediyan, em mirin’ hêza jinê derdive holê û xwe nîşan dide ku çawa dikare xwe ji nû ve biafirîne. Me ev yek careke din li vir, li Rojava dît. Hemû cîhanê jî dît.”

‘Jin wê rola xwe ya sereke di dadgehkirinê de bilîzin’

Hûda Kaya diyar kir ku di şer de çawa ku jinan rola xwe lîstin û berxwedanek ewqas mezin meşandibin, piştî şer jî divê vê rolê bilîzin û got: “Lê belê em dibînin ku jixwe vê rolê dilîzin. Jinan ne tenê di vî alî de rola xwe lîstin, jin di hemû qadên jiyanê de rola xwe dilîzin. Ez di wê baweriyê de me ku dema dadgehkirina van sûcan de jî jin wê rola xwe ya sereke bilîzin.”

(bm)

ANHA