Huda Kaya ya HDP’î li Den Haagê tevlî panelekê bû û diyar kir ku artêşa esasî ya paralel li Qesrê ye û got, Qesra ku li Kurdistanê hovîtiyê dike, wê li gel kiryarên xwe yên bi artêşa xwe ya paralel dike bê darizandin.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê, Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê (TJK-H) li ser bûyerên dawî yên siyasî panelek li dar xist.

Parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya tevlî panelê bû.

Huda Kaya dest bi nirxandina rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê kir û got, “Di halê hazir de desthilatdariyek bi navê AKP’ê nîne. Endamên AKP’ê ji bilî îmzekirinê rêyeke xwe ya cuda nîne; rejîma şexsekî heye. Henekê xwe bi aqlê gel dikin. Di asteke giran de zextê dikin. Li Tirkiyeyê înşaetên alîgiran, înşaetên qesrê yan jî înşaetên girtîgehê hene. Kî li ber rabe wan dixin girtîgehê. Baweriya ku em pê zanin çi ferz dike, AKP berevajî wê dike. AKP bi olperestiya xwe ya sexte Tirkiye kiriye dojeh. Xwe dide pişt al û quranê û mirovan talan dikin.”

Huda kaya got, “Bi mizgeftên heyî re desthilatdariya xwe misoger dikin” û pirsa “Gelo di kîjan baweriyê de dizî heye?” kir.

Huda Kaya got, “Li jêrzemîna Cizîrê krediya xwe qedandin. Pêwîstî bi Tirkiyeyeke nû heye. Mele ji ber ku ayetên Quranê bi Kurdî eşkere kirin hatin girtin. Ji ber ku min bi ayetên Quranê axaftina xwe kir, ji ‘propaganda rêxistina terorê’ hatim darizandin. Tirkiye li ber zinêr e. Yên ku xiyanetê li Tirkiyeyê dikin ew in.”

Parlamentera HDP’ê anî ziman ku kesên silavê didin wan ji aliyê AKP’ê ve weke terorîst têne ragihandin û got, “Li gelek deverên Tirkiyeyê hêza wan a paramîlîter heye, mîna SADAT’ê. Mîna şaxên komeleyan, gelek rêxistiniyên wan hene. Bi qasî ku ez dibînim li qesrê artêşeke paralel heye. Artêşên paralel ên qesrê li herêmê hovîtiyê dikin. Mînak, ên ku li Farqînê êrişî me kirin li ser wan Esedûllah nivîsî bû. Li Cizîrê 600 kesên ji endamên avaniyên leşkerî hene.”

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya destnîşan kir ku berdêl çi dibe bila bibe dawî li desthilatdariya zilmê ya AKP’ê tê û got, “Em zanin ku wê bi kiryarên xwe bêne darizandin. Çi bi hilbijartinê be çi jî wekî din be gelê me wê sîleyê li rûyê wan bixe.”

Huda Kaya wê îro jî saet di 13:00 de beşdarî paneleke têkildarî jinan a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haagê bibe.