Li bajarê Sehne yê Parêzgeha Kirmaşan ‘Rojhilatê Kurdistanê’ salene hunermendê Yarsanî  Seyid Xelîl Alînjad bi merasîma tê bîranîn û diçin li ser gora wî. Îsal jî tevî astengiya hêzên ewlehiyê merasîma bîranîna  hunermendê Yarsanî  Seyid Xelîl Alînjad pêk hat. Gelek Kirmaşanî û Yarsanî beşdarî merasîmê bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlehiyê rê nedane malbata hunermendê Yarsanî  Seyid Xelîl Alînjad beşdarî merasîmê bibe.

Hunermendê Yarsanî  Seyid Xelîl Alînjad yek ji kesayetên diyar ên baweriya Yarsan e. Di sala 1957’an de ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî tembûrvan bû, ew jî baş fêrî tembûrê bûye. Li dibistanekî muzikê ya Yarasan fêrî muzîkê bûye. Piştre fêrî hinek amêrên din ên muzîkê yên weke def, tar û sêtarê dibe.

Di sala 1996’an de li Zanîngeha Tehranê beşê hunerê xweşik temam dike.

Hunermend Seyid Xelîl Alînjad piştî ku çend salan li Tehranê dimîne, ji bo 6 mehan diçe welatê Swêdê. Piştre salekê li wir dimîne. Ji berî ku çend hefte dimîne vegere, di 18’ê Mijdara 2001’an de li bajarê Goteborgê yê Swêdê di mala lê dima de hate kuştin û cenazeyê wî hate şewitandin.