Malbat û dostên wî ragihandin ku hunermend Beytocan ê 68 salî vê sibehê li Stockholmê wefat kiriye.

Beytocan demeke dirêj ji ber kanserê dihate dermankirin, beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm derxisbtin.

Albûma wî ya ‘Yan mirin yan Diyarbekir’ li Tirkiyeyê hate qedexekirin.

Beriya jiyana xwe ji dest bide, di hevpeyvînekê de diyar dikir ku wî di nava bêderfetiyan de karê xwe yê hunerî kiriye.

Beytocan sala 1955’an li navçeya Amed Farqînê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Şeş sal û nîvan li girtîgehê ma, û sala 1987’an hate berdan.

Beytocan sala 1990’î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991’ê de neçar ma koçî Swêdê bike.