Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a li Ewropayê KCDK-E û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E’yê ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh bi beşdariya bi hezaran kesan bi daxuyaniya çapemeniyê çalakî hatibû destpêkirin. Çalakî di roja duyemîn de didome.
Çalakî ew ê heta 18’ê Mijdarê bidome û her roj ew ê ji herêmên cihên yên Ewrûpayê û nûnerên saziyan û welatparêz tevlî çalakiyê bibin. Li qada çalakiyê avahiya Konseya Ewrûpayê, avahiya DMME û ya CPT’ê heye.
Hunermendên Kurd îro di çalakiyê de cihê xwe stendin û ji bo ku biçe Îmraliyê bang li CPT’êkirin. Di nav hunermendan de Hozan Comerd, Hozan Cewad û şanoger Emele jî hene.
Çalakiya ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’ duh bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan hatibû destpêkirin. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya ku li hemberî êşkenceya li Îmraliyê bêdeng e û gavneavêtina CPT’ê tê protestokirin.
Duh polîsên Fransayê bi bombeyên gazê êrîşî çalakvanan kiribû. Di êrîşê de gelek ciwanên Kurd hatibûn destgîrkirin, gelek kes birîndar bûbûn û gelek kes jî rakiribûn nexweşxaneyê.