Endamê buroya siyasî ya Ansarrûllahê Selîm El Mihlîs yê ku aliyê siyasî yê Hûsiyan e, ji AFP’ê re axivî û got: “Em dikarin tevlî van muzakereyan bibin.”
Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansûr Hadî roja Înê diyar kir ku ew ê tevlî muzakereyên li Cenevreyê bibin.
Peywirdarê taybet ê NY Martîn Grîffîhts roja Pêncşemê li pêşiya Konseya Ewlekariyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku çareseriyeke siyasî dikare pêk were û ew ê aliyan vexwînin muzakereyên li Cenevreyê.
Di sala 2016’an de jî bi Hûsiyan re muzakereyên siyasî hatibûn meşandin.
Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh a welêt di dest Hûsiyan de ye. Adara 2015’an piştî ku Koalîsyona Ereban li dijî Hûsiyan şer kir, şer girantir bû. Aliyekî şer Hûsî û paşmêrên wan Îran e û li aliyê dî jî hêzên Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansû Hadî ku ji hêla civaka navnetewî ve têne naskirin û Koalîsyona bi pêşengiya Siûd e. Di encama vî şerî de krîza herî giran a mirovahiyê tê jiyîn. Piraniya nifûsa welêt birçî ye û hejar e. Nexweşiya kolerayê heta niha bûye sedema mirina bi hezaran kesî. Li gel vê jî bi êrîşên hewayî û çekên qedexe, sûcên giran ên şer têne kirin. Li gorî NY’yê 10 hezar kes mirine û 53 hezar kes jî birîndar bûne.